Hêmanên Weþanê ya HKMG


- Di rojnamegeriyê de hêmana sereke rastiyan bo beyî xirab kirin û
pîrole kirin
ragihandin e.
- Weþana dervey ehleqî, pîvanên civakî, li dijî hestên olî û malbatî
nayê kirin.
- Mafê her kesî heye ku di nûçeyeke di derbarê xwe de tekzîp biþîne û
bide weþandin.
- Weþanên ku xwezî pêk anîna li tundî, weþana ku ser zarokan bandorên
nehênî dihêle naye kirin.
- HKMG li beramberî hemû hewlên dijî berjewendîyên giþtî û stratejîk yên
Kurdistan û Çanda Kurdî disekine.
- HKMG wek ala Kurdistanê alaya fermî ya dewleta Federa ya baþûrê
kurdistanê qebûl dike û wekî sembola netweyî dibejirîne.
- HKMG zimanê Kurdî di her þert û mercê de wekî zimanê “tenê” ya medyaya
Kurdî dibîne. Hemû zimanên din divê bo dîplomasîyê were bikaranîn.
- HKMG wek elfebeya zimanê Kurdî elfebeya latinî ku hîmên wê Celadet Elî
Bedîrxan avêtiye qebûl dike û bi kar tîne. HKMG wê hemû biryarên derbarê
guherendina peyvan, xal û rêzikên zimanê ku enstitu û akademiyên netweyî
yên Kurdan vergirtine bipejirîne.
- HKMG Serxwebûna Kurdistan,piþtî serxwebûnê jî di Cîhanê de bo
Kurdistan rola herî mezin û asta herî bilind ji xwe re bingeh digre.
- Nûçe,nivîs,wêne û materyalên ku -beyî ku materyalên ji derve hatine
girtin û çavkanîya wan materyalan hatine nîþan dan hatine weþandin beyî
destûr nabe ku were bikaranîn,kopî kirin û belav kirin.
- HKMG amadeye ku hemû cure berpirsyariyên xwe yên civakî pêk bîne.

Arþîw
Mafê weþanên HKMG heye ku arþîwa xwe ji weþanê rake.Di dahatûyê de
amadeye ku arþîwa xwe bo sûdwergirtina giþtî pêþkeþî dezgehekî fermîya
Kurdistanê bike.
Rexne, Êrîþ
Di vê weþanê de nivîsên dijî berwendîya giþtî ya neteweya Kurd,nivîsên
ku êrîþî hikumet,parlemen,partî, dezgeh hunermend,nivîskareke bike nayê
weþandin.Ger di nivîs an jî nûçeyekê de rexneyek li dijî kesekî
hebe,mafê vê kesê heye ku bersiva vê rexneyê bide.
Bêlayenî
HKMG komeke taybet û serbixwe ye. HKMG wekî temsîlkarekî giþtî û fermî
ya neteweya Kurd hikumeta Kurdistanê ya Kurdistana azad dipejirîne.
HKMG berî hemû partî an jî rexistinan berjewendîya gelê Kurd û wekî
hedefa dawîn jî serxwebûna Kurdistanê û yekîtîya hemû perçeyên
Kurdistanê esas digre.
Cookies
Cookies nivîsbarîyeke ku bo agahî kom kirina ji kompîteran re tê þandin.
HKMG garantî dike ku bi tu avahî bi Cookies'an derbarê we de agahîyên
taybet neye komkirin.
Lînk / Girêdan
Hemû lînkên derve di rûpeleke nû de tê vekirin. HKMG ji wan rûpelan ne
berpirsyar e.